Cuma İçten Cv- Kurdî

english turkce

KURTEJIYANA PARLAMENTER CUMA İÇTEN

İçten, Di sala 1973’yan de li Diyarbekir ji dayik bû. Zewici ye û bavê sê zaroka ne. Di 12’e Pûşpera 2011’an de ji bo Serdama 24. wek Parlamenterê Diyarbekirê hate hilbijardin. Her wiha wek Alîkarê Serokê Karûbarên Siyasî û Kanunî ya AK Parti,  Endamê Lijneya Karên Navxe û Endamê Lijneya Berevanîya Netewî erk dimeşîne.Tevgera ramana stratejik bi navê Şaristaniya nû ava kir û hê jî serokatiya wê dike. İçten, Kurmancî û îngilizî di asta nawend, Zazakî jî di asta pêşketî de zane. Piştî ku li Diyarbekir xwendina xwe ya sereta û lîsê xelas dike ji beşa Karsazî ya Zanîngeha Newport International a Amerîkayê mezun dibe. Di heman zanîngehê de di beşa Bazirganiya Derve ya Navnetewî de Mastira xwe jî xelas dike. Cuma İçten pisporê perwerdehî, ragihandin û karsazî muteşebisiyê ye.

 

Çalakiyên Polîtîk

– Partiya Refahê Baskên Xortanî ya Kadikö ya İstanbulê (1993-1996)

– Alîkarê Serokê AK Parti ya Eminönü Berbirsê Danasîn û Çapemeniyê (2001-2003)

– Di Şaredariya Fatih a Istanbulê de Endamtîya Encumenê (2004-2007)

– Alîkarê Serokê AK Parti ya Fatihê/İstanbul Berpirsê birêveberiyên xwecîhî (2005-2007)

-Serokê Fraksiyona AK Parti di Şaredariya Fatîhê de (2005-2007)

– Ji bo Serdema 23. bû namzetê namzetiya parlamentoyê di lîsta AK Partî ya Diyarbekir de. Di nav 96 namzetên namzetiya ezmûna nirxandinê de di nav pêncên pêşîn de cîh girt. (2007)

-Di hilbijartinên giştiyê Serdema 24. de, di ezmûna nirxandina ku ji bo 116 namzetên namzetiyê hatibû sazkirin de piraniya rayan girt û bû yekemin. (2011)

-Di hilbijartinên 12’ê Pûşpera 2011’an de wek parlamenterê AK Parti yê Diyarbekir hat hilbijartin. (2011)

Endamtiya lijneya wezareta karên hundirîn a meclisa tirkiyeyê (TBMM) kir (2011-2015)

Birêvebirê Giştî yê Ak Partî li Batmanê (2011-2012)

Piştî  kongreya mezina AK Partiyê, di Navenda Giştîya AK Parti de bû alîkarê Serokê Karên Siyasî û Qanûnî (Mehmet Ali Şahin) (2011-2012)

Kovara heftane ya ku ji aliyê Serokatiya Karên Siyasî û Qanûnî tê weşandin; Ak Siyasetê derxist. (2014)

 Endamtiya lijneya wezareta parastina netewweyi ya meclisa tirkiyeyê (TBMM) kir. (2013-2015)

 

Çalakiyên Saziyên Civaka Medenî û Tevgerî

Serokatîya Yaneya Sporê ya Fatih Kara Gümrük û Endamtiya HeyetaRêveberiyê (2005-2008)

Damezrênerê Komeleya Piştevanî û Çandî ya Hasankeyf û Alîkarê Serokî (2015-2011)

Alîkarê Serokê Giştî yê Komeleya Xortaniya Çandyarî ya ku li İstabulê hate damezrandin (2008-2011)

Alîkarê Serokê Komeleya Alîkarîyên Mirovî ya Diyarbekirê (2009-2011)

Nûnerê Komeleya Pira Dilî ya Diyarbekir li İstanbulê (2009-2011)

 Fesiad – alikarê serokê komela karsaz û pişesazên Fatih Eminönü, FESAD’ê. Endamê lijneya şêwrê, ya komelê didomîne (2009-2011)

Nûnerayetiya Diyarbekir ya ku ji bo xebatên geşedanên demokratîk û giştpirsî hatiye damezrandin ku  rêvebertiya wê Platforma Piştevaniya Medenî ya ku ji aliye Weqfa Avabûnên Dilkirî yên Turki ku 403 tevger endamên wê ne dike (2009-2010)

Endamtiya Heyeta Rêveberiyê ya Platforma Piştevaniya Medenî (2010-2011)

                                                  

 

Bawername/Xelat

Akademiya Siyasetê ya AK Parti ya İstanbulê (2003)

Akademiya Birêveberiyên Xwecîhî ya Yekîtiya Şaredariyên Marmarayê (2007)

Akademiya Siyaset û Welatî ya Zanîngeha Beykentê (2009)

Bernameya perwerdê ya Yekîtîya Ewrûpa ku bi tevkariya Navenda Lêkolîn û Sepanên Civakên Ewrûpa ya Zanîngeha Ankarayê û Jûra Bazirganiyê ya Diyarbekir ve hat li dar xistin. (2010)

Ji Dibistana Dîrokê ya Zanîngeha Bahçeşehîrê wek yekemîn mezun bû. (2010)

Ji Akademiya Siyasetê ya Serdema 7. a Ak Parti li Diyarbekirê wek yekemê bajêr mezûn bû. (2011)

Ji aliyê lêkolîn û rapirsên weqif, komele û zanîngehan ve hatin li dar xistin 8 car li ser hev wek ‘‘Parlamenterê Salê’’ hat diyar kirin. (2011-2014)

ji ber xebatên xwe ji aliyê tevgerên civaka medenî û tevgerên siyasî yên li dervê welêt ve gellek caran hat xelat kirin. Di warên perwerde, înformatîk, geşedana şexsî û aboriyî de bi dehan bawername sitend.

 

Jîyana wî ya Kar

Di şîrketên anonimên Zaza û İçten yên malbatê ku navendên wan li İstanbulê ne û di 1960’an de hatine damezrandin wek Serokê Heyeta Birêveberiyê kar meşand. (1992-2009)

Erka Endamtiya Damezrênera Kolêja İçten ya ku li ser perwerdê xebat dimeşîne bi rê ve bir. (2005-2011)

Di Sonn Bilişim Teknolojileri Bilgi Teknolojisi de ku di kerta înformatîk û ewlekariya zanyarê de xebat dimeşîne wek Serokê Heyeta Birêveberiyê bi rê ve bir. (2010-2011)

Serokatiya lijneya rêveberiya bazirganiya derveyî, TUR-CON TRADEX’ê dike.

Serokatiya lijneya rêveberiya CMA’yê dike.

 

 

Qadên Xebatên wî

Ji bilî çalakiyên qanûndanînê; babetên polîtîk di serî de di warê perwerde, înformatîk û pêvajoya çareseriyê de semînar û konferansa didin. Li ser bangên ku ji çar aliyên Turkiyê ve tên, beşdarî bernamên têkildarî pêvajoya çareserîyê dibe. Li gel vê yekê di semînar û panelan de beyanname pêşkeş dike. Ji bo hin rojname û weşanên vedor gotaran dinivîse. Xebatên wî yên ku ji bo pirtûka xwe ya bi navê “Rojana Parlamenter ya li ser Pêvajoya Çareseriyê (Vekilin Çözüm Süreci Günlüğü)” ku pêvajoya çareseriyê amanc kiriye berdewam dike. Ev xebat, piştî demek nêzîk wê di pirtûkxanan de cihê xwe bigire.

 

Pin It